Cotkarê zaxoyî 20 hezar ton sebze dişîne bazaran

Zaxo (Rûdaw) – Cotkarê ji navçeya Zaxo ya Duhokê Elî Omer, li ser 700 donim erd, zebeş, gindûr, bacan, bîber û sebzeyênd in çandine. Ew rojane 600 ton berhemên çandiniyê dide bazaran.

 

Nêzîkî 200 karkeran di bostana cotkar Elî Omer de kar dikin. Rojane nêzîkî 600 ton berhemên bostana wî diçe bazarên Duhok, Hewlêr û bajarên Iraqê.

 

Elî Omer dibêje: “Me karî di nav 15 rojan de mesrefa xwe ya berheman jê derbixin. Me di vê heyamê de 7 hezar ton zebeş, gindûr, bacan, bîber, bacan reş û berhemên din şande bazaran. Yam aye jî êdî faydeya me ye.”

 

Elî Omer bi bazara xwe, buhayê sebzeyên bazarê jî diyar dike. Ew dibêje: “Carna zebeş kêm dibe li bazar û buha dide, em gelek zebeşan dişînin bazarê û buhayê wan dikeve. Berhemê Kurdistanê têra hemû Kurdistanê dike.”

 

Cotkar Elî Omer par 600 donim erd çandibû lê piştî ku bereketek baş di çandinê de dît îsal 700 donim erd çandiye.

 

Karkera bi navê Rêhan Îlyas jî dibêje, ew ji kampan tên. Ji demjimêr 6ê sibê heya 6ê êvarê bi 20 hezar dînaran kar dikin. Heqdestên wan jî mehê 3 caran tên dayîn.

 

Bazirgan li hêviya berhemên Elî Omer in. Bazirgan Bedran Selah dibêje: “Em van berheman dişînin her derê. Em dişînin Duhok^eû heta Mûsilê.”

 

Li ser asta Başûrê Kurdistanê, her donimeke bostanan 25 ton berhemê çandinê dide.