Qeymeqamê Mîhranê: Rojane 20 hezar kes di deriyê sînorî re çûnûhatinê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqamê bajarê Mîhranê yê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê got ku rojane 20 hezar kes bi rêya Deriyê Sînorî yê Mîhranê yê di navbera Îran û Îraqê de çûnûhatinê dikin.

Qeymeqamê Bajarê Mîhranê Elî Ebas Şafî ji medyaya Îranê re ragihand ku Deriyê Sînorî yê Mîhranê pêgeheke girîng daye bajêr û bi rêya wî deriyê sînorî salane bi bihayê zêdeyî 2 milyar dolaran kel û pel ji Îraqê re tên hinartin.

Elî Ebas Şefî got, rojane 400 heta 600 kamyon bar an kel û pel di Deriyê Sînorî yê Mîhranê re  tên veguhastin.

“Derfetên kar dê ji bo ciwanan peyda bibin”

Bi gotina Elî Ebas Şefî, dibe demeke nêzîk ew derî bibe navendeke aborî û bi wî awayî dê derfetên zêdetir ên kar ji bo ciwanan peyda bibin.

Qeymeqamê Mîhranê amaje bi wê yekê da ku niha 2 bendavên mezin li sînorê bajêr tên çêkirin û bi vê yekê dê 13 hezar hektar erdê sînorê bajêr bê avdan û derfeta kar jî bo 3 hezar kesan were afirandin.

Bi gotina Qeymeqamê Mîhranê, rojane 20 hezar kes bi rêya Deriyê Sînorî yê Mîhranê yê di navbera Îran û Iraqê de çûnûhatinê dikin.

Herwiha salane zêdeyî 8 milyon kes di heman deriyê sînorî re mezargehên pîroz ên Şîeyan li Îraqê ziyaret dikin.

Deriyê Sînorî yê Mîhranê 85 kîlometre dikeve başûrê rojavayê bajarê Îlamê û ji ber nêzîkî cihên pîroz ên Şîeyên Îraqê ye, herî zêde ziyaretvan tê re derbas dibin û ji bo bazirganiyê yek ji deriyên sereke yên navbera Îran û Îraqê ye.