Dêrsim: Ajeldar ji xerciyên zêde û mûçeyê şivanan gazinan dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa aboriyê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û giranbûna kelûpelan û ketina nirxê pereyê Tirkiyê bandoreke zêde li sektora ajeldariyê kiriye.
Ajeldar dibêjin, zivistan hat û 6 mehan dibê pez û ajelên xwe di axuran da xwedî bikin lê bûhabûna êm, ka û mûçeya şivanan barekî giran e li ser pişta wan.
Ji ber hişkesaliyê îsal li mêrg û zozanan çêre kêm bû û dahata şîr û penêr ji %50 daket. Ajeldar dibêjin eger wiha berdewam bike, dê ji neçariyê dest ji karê ajeldariyê berdin.
Şivanê keriyê pez li navçeya Mazgêrt a ser bi Dêrsîm a Bakurê Kurdistanê. Ajelderên Bakurê Kurdistanê ji zêdebûna bihayê êm, ka û mûçeyê giran ê şivanan gazinan dikin. Lewra zivistaneke dirêj li ber derî ye û divê ji ajelên xwe re êm û ka û giya bikirin, da ku 6 mehan di axuran de xwedî bikin.
Kebaniya Ajeldar Sultan Çinar got, “Karê min pir giran e, ezabê min pir e, mijûlbûna bi ajelan re û meaşê şivaniya bilind gelek zehmetiyê dide me. Ji ber ku meaşê şivanan zêde ye em di warê aborî de zehmetiyê dikişînin.”
Ji ber hişkesaliyê îsal li mêrg û zozanan çêr kêm bû û dahata şîr û penîr ji %50 daket. Ajeldar dibêjin eger wiha berdewam bike, dê ji neçarî dest ji karê ajeldariyê berdin.
Ajeldar Seyfi Çinar anî ziman, “Ez bi ajeldariyê re mijûl dibim, karê me roj bi roj dijwartir dibe. Divê em dev ji vê pîşeyê berdin. Pirsgirêka me bi şivan re heye, pirsgirêka me bi erebeyê re heye. Pirsgirêka me ya cîhê li zozanan heye. Em nikarin ji nav derkevin, em nikarin meaşê şivanan ê ku zêde bûye bidin. Karê me pir zehmet e.”
Ajeldar Huseyin Kirmizitoprak got, “Heger bihaya êman kêm nebe em ê êdî nikaribin li vî welatî ajeldariyê bikin. Em zivistanê di bin berfê de ked dixebitin lê qezenca me tune.”
Tevî ku mûçeyê wan li gor sala par ji 4 hezar lîreyên Tirkî derketiye 10-15 hezar lîreyan şivan jî gazinan ji bihabûna jiyanê dikin û dibêjin, nikarin bi vî mûçeyî debara mala xwe bikin.
Şivan Seydo Karakaya anî ziman, “20 sal e ez şivantiyê dikim, îsal zehmet bû, ji ber ku penêr erzan e, xwediyên ajelan jî di rewşeke zehmet de ne, şivan jî di rewşeke zehmet de ne. Ji ber ku baran nebariya û hişkesalî bû, me nekarî penîrê ku me dixwest ji keriyan bistînin. Bila Serokkomar rewşa me bibîne, ev çend sal in ez di bin şert û mercên zehmet de dixebitim ku zarokên xwe bidime xwendin. Bila rewşa xwediyên ajelan bibînin û alîkariyê bikin.”
Dêrsîm navendeke girîng a ajeldariyê ye, li gor amarên fermî li Dêrsîmê dawiya sala 2021ê, 118 hezar û 954 bizin û 372 hezar û 617 mî bi tevahî 491 hezar û 571 ajelên biçûk û 29 hezar û 314 ajelên mezin hebûn.