Zêdeyî 1.2 milyar dolar ji Kirmaşan kelûpel bo Herêma Kurdistan û Iraqê hatine hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Gumrika Parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di dema 7 mehên derbasbûyî de di deriyên sînor ên parêzgeha Kirmaşanê re zêdeyî milyarek û 200 milyon dolar kelûpel û maddeyên din bo Herêma Kurdistan û Iraqê hatine hinardekirin.

Rêveberê Gumrika Kirmaşan Xelîl Heyderî da zanîn ku nêzîkî 3 milyon ton kelûpel û maddeyên din di deriyên sînor ên Kirmaşan re bo derve hatine hinardekirin ku di ware nirx de bi rêjeya ji sedî 26 û di ware weznê de bi rêjeya ji sedî 16 bilind bûye.

Xelîl Heyderî herwiha ragihand ku çalaktirîn deriyê bazirganî Deriyê Perwêzxan bûye ku asta hinardekirina kelûpelan di dema 7 mehên derbasbûyî de bi rêjeya ji sedî 23 li wî deriyî zêde bûye.

Berpirsê Gumrika Kirmaşan dibêje, piraniya wan kelûpel û maddeyên bo Herêma Kurdistan û Iraqê hatine hinardekirin, ji bacan, hesin, pola û maddeyên paqijkirinê pêk tên. ku zêdeyî milyarek û 200 milyon dolaran e.