Rewşa malnişînan xirabtir dibe: ‘Min herî dawî Cejna Qurbanê goşt dît!’

 Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê nêzîkî milyonek û 200 hezar kes xwe amade dikin ku sala 2025an malnişîn bibin.

Ji ber ferqa di navbera enflasyonê û meaşê malnişînan de sala 2025an dê derdora ji sedî 30ê malnişînan ji sala 2024an kêmtir meaş bistînin.

Wezareta Kar a Tirkiyeyê ragihand ku ew dê karekî bikin ku pirsgirêk were çareserkirin.

Turker Yapiciyê 74 salî li Enqereyê dijî û ew malnişîn e.

Ew mehê 10 hezar lîreyên Tirkî meaş distîne û kirêya wî 8 hezar 500 lîreyên Tirkî ye.

Turker Yapici neçar e ji bo debara xwe li ser rê zeytûn û zerzevatan bifiroşe.

Turker Yapiciyê malnişîn li ser rewşa xwe got:

“Min herî dawî Cejna Qurbanê goşt dît.

Ez nikarim mirîşkekê jî bikirim. Heta êvarê li bendê me ku tiştekî bifiroşim.

Min ev jî bi deyn kirîne, ez dê bifiroşim û deynê wan bidim.”

Li Tirkiyeyê derdora 17 milyonan malnişîn hene û pêşbînî tê kirin ku sala 2025an milyonek û 200 hezar kesên din malnişîn bibin.

Li ji ber ferqa enflasyonê meaşê wan dê ji sedî 30 heta 37an ji malnişînên berê kêmtir be.

“Di yasayê de jî pirsgirêk hene”

Sekreterê Giştî yê DÎSKê Tayfun Gorgun da zanîn:

“Divê meaş bi temamî werin başkirin.

Di yasayê de jî pirsgirêk hene, wekî te jî behs kir yek ji xeletiyan ew e ku meaşên malnişînên sala 2025an dê ji sedî 30 kêm were hesabkirin.

Ji ber ferqa enflasyonê ew dê ji sedî 30 kêmtir meaş bistînin ku ev jî neheqîyeke mezin e.”

Wezareta Kar a Tirkiyeyê jî ragihand, ew dê kar û xebatekê bikin ku malnişînên sala 2025an jî qasî malnişînên 2024an mûçe bistînin.

"Ji malnişînan re dibêjin bimirin"

Endamê DÎSKê yê malnişîn Bayram Kalkir jî anî ziman:

“Ji malnişînan re dibêjin bimirin, wezaretê heta niha daxuyaniyeke cidî nedaye lê me ji derdorê bihîstiye ku serokkomar jî li ser xetê ye û dê vê pirsgirêkê çareser bikin.

Heta niha çareser nebûye, malnişîn di rewşeke xirab de ne.”

Li Tirkiyeyê meaşê herî kêm ê malnişîniyê 10 hezar û 500 lîreyên Tirkî ye.

Divê were gotin ku li gorî hesabê sendîkayan, sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî bûye 19 hezar 930 lîreyên Tirkî.