ENFLASYON - Amarên TUIK û ENAGê dîsa hev negirt

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku enflasyona meha îlonê ji sedî 2,97 e lê li gorî ENAGê ji ji sedî 5,34 e.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên enflasyonê yên Îlona 2024an eşkere kirin.

Li gorî TUIKê enflasyona meha Îlonê ji sedî 2,97 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 49,38an.

Li gorî ENAGê jî ku saziyeke sivîl û serbixwe ye rêjeya enflasyonê ya îlonê ji sedî 5,34 e û ya salane gihiştiye ji sedî 88,63yan.

Wekî ku tê ditîn di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.

Li gorî amarên TUIKê, îlonê li gorî meha tebaxê herî zêde bi rêjeya ji sedî 14,21ê bihayê sektora perwerdeyê zêde bûye û herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 0,88an bihayê ragihandinê zêde bûye.

Her wiha meha îlonê li gorî heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya ji sedî 97,87an bihayê sektora avahîsaziyê zêde bûye.

Herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 26,6an bihayê veguhastinê zêde bûye.