Dolar bi ser 27,50 lîreyan ket

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî berdewam dike.

Dolarekî Amerîkî gihişt 27,52 lîreyan.

Bi vekirina Borse û Bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest da.

Piştî ku her dolarekî Amerîkî li bazarê gihişt 27,52 lîreyan careke din dakete 27,50 lîreyî.

Herwiha her euroyek jî bi 28,86 lîreyên Tirkî ye.

Doh dolar bi 27,43 lîreyan û euro bi 28,82 lîreyan bû.

Berî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan dolar bi 19,60 lîreyî bû.

Li gorî pêşbîniya Bank of Americayê ku heftaya borî hat eşkerekirin, heta dawiya sala 2023yan dê dolar li hemberî lîreyê Tirkî bigihe 30 lîreyî.