METIRSÎ - Zeviyên genimî dê beyar bin!

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Berhemanîna Danê li Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê daxuyand ku eger Bexda pereyê cotkaran neşîne û Wezareta Çandinî jî rêya bazara genim peyda neke, dê saleke din piraniya zeviyên genimî beyar bimînin.

 

Di nava 4 salên dawiyê de rûberê çandina zeviyên genimî li Herêma Kurdistanê ji milyonek û 737 hezar donimî gihiştiye 3 milyon û 100 hezar doniman. Berhema genim jî salane ji 227 hezar tonan derketiye bo milyonek û 680 hezar tonan.

 

Ev yek di demekê de ye ku berhema îsal a 15 parêzgehên Iraqê tenê milyonek û 750 hezar ton bûye.

 

Zêdebûna asta berhemanîna genimê Kurdistanê ligel berpirsên Bexdayê guman çêkiriye. Par dihate gotin ku genimî hawirde tevlî genimê Kurdistanê kirine. Îsal jî jiber hêceta krîza darayî nirxê her toneke genimê bi 92 hezar dînaran hate kirîn. Herwiha biryar hate dayîn ku tenê ji sedî 70ê berhemê cotkaran bê kirîn. Vê yekê jî zirarek mezin da cotkarên Kurdistanê.

 

Selîm Mihemed cotkarekî ji gundê Kerdizê ya nahyeya Qûştepe ya Hewlêrê ye. Mihemed îsal 157 ton genim hilberandiye. Lê tenê 69 ton jê hatiye wergirtin.

 

Mihemed dibêje, “Piraniya cotkaran jiber dernegketina pereyên par îsal nekarîn deynê kêlan û durûna genimê bidin. Lewma jî kartên xwe yên wergirtina genimê sîloyan firotine cotkaran.”

 

Pêvajoya bazarkirina genimê li Herêma Kurdistanê di dawiya meha Gûlanê de destpê kir û heta Tîrmehê berdewam bû.

 

Li gorî amarên Wezareta Bazirganî û Pişesazî, di vê heyamê de 881 hezar û 916 ton genim ji aliyê sîloyên Kurdistanê hatiye wergirtin (Hewlêr 374.753 hezar ton, Silêmanî 222.837 hezar ton, Duhok 284.1426 hezar ton).

 

Ji ber sînordarkirina wergirtina genimî li sîloyan, gelek cotkaran nekarîn berhemê xwe bidin sîloyan.

 

Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganî Newzad Edhem pêwîstî dizane ku hikûmet mekanîzmayekî bo firotina berhemên cotkaran peyda bike û dibêje: “Dibe saleke din Bexda tenê 600 heta 650 hezar ton genimê Kurdistanê bikire. Eger wiha be dê genimê cotkaran li derveyî sîloyan bimîne.”

 

Rêveberê Berhemanîna Danî li Wezareta Çandiniyê Farûq Elî jî got ku “eger heta demsala çandiniyê pereyê cotkarên Kurdistanê neşîne, dê saleke din 500 hezar donim zevî beyar bimînin. Ji ber ku şiyana çandinê ya cotkaran nemaye.”

 

Faruq Elî herwiha dibêje wî ji Wezareta Çandiniyê re pêşniyar kiriye ku ji bo çêkirina savar, danhêl, genimê hûr û ardê sifir, genimî cotkarên Kurdistanê bê bikaranîn û ji bo vê jî ligel şîrketên xurekan kar bikin.

 

Li gorî datayên Wezareta Bazirganî û Pişesaziyê, hê jî 642 milyar dînar pereyê genim ê cotkaran li gel Baxdayê maye û ne diyare ka dê kengî ev pere bê dayîn.

 

Li gorî lêkolînên Rûdawê jî, ji ber zêdebûna genimî di bazarên Kurdistanê de, nirxê tonek genimê baş ji 310 hezar dînaran daketiye 250 hezar dînaran. Herwiha nirxê tonek genimê paqijkirî yê ji bo çandinê jî ji 600 hezar dînaran daketiye 450 hezar dînaran.

 

Rêveberê Giştî yê Plan û Şopandinê li Wezareta Çandiniyê Enwer Omer diyar dike ku ji bo zêdetir cotkar zerar nekin, rê dane wan ku beşeke ji genimê xwe bifiroşin bajarên Iraqê û herwiha 70 hezar tonan jî hinardeyê Îranê bikin.

 

Enwer Omer jî ji bo çareseriya vê pirsgirêkê wiha axivî:

 

“Me jî ji hikûmetê re pêşniyar kir ku ji bo çêkirina savar, danhêlk, genimî hûr, meqerne û pêwîstiyên hevîrî şîrketên taybet berhemên cotkarên Kurdistanê bikirin. Eger nekirin jî baceke giran daynin ser berhemên biyanî. Da ku berhemên navxweyî jî bên firotin.”

 

Enwer pêşniyarek din jî dike û dibêje, “Eger ji bo firotina genim rê peyda nebin, di wan zeviyan de ji bo salên pêş dikare nîsk, nok û genimê şamê bê çandin.”

 

Kojmeya genimê ku sîloyên Kurdistanê wergirtine:

 

Parêzgar

Sal

2012

2013

2014

2015

2016

Hewlêr

59.829

210.887

284.495

373.282

374.753

Silêmanî

97.386

140.344

219.054

261.157

222.837

Duhok

69.678

212.191

238.855

278.187

284.326

Herêm

226.902

563.422

742.404

912.626

881.916