TUIK û ENAGê amarên enflasyonê yên gulanê eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku enflasyona meha gulanê li gorî meha borî bi rêjeya ji sedî 3,37 zêde bûye û enflasyona salane jî gihiştiye ji sedî 75,45an.

Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) da zanîn ku rêjeya enflasyona gulanê ji sedî 5,66 û ya salane jî ji sedî 120,66 e.

Ferqa zêde ya di navbera amarên her du saziayn de balê dikişîne.

Li gorî amarên TUIKê, meha gulanê herî zêde bi rêjeya ji sedî 9,60î cil û berg û pêlav biha bûne.

Li hêla din, herî kêm bi rêjeya ji sedî 1,01ê sektora ragihandinê biha bûye.