Kargeha şekir a Şino rojane 15 ton şekir berhem tîne

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê jûra bazirganî û pîşesazî ya bajarê Şino li rojhilatê Kurdistanê ragihand, li kargeha çêkirina şekir a Şino de rojane 15 ton şekir tê berhemanîn.

Serokê jûra bazirganî û pîşesazî ya Şino Murad Emîrpûr, ji ajansa Fars a îranî re ragihand, kargeha çêkirina şekir a Şinoyê ku navê wê kargeha Zagros e, salane 5 hezar û 200 ton şekir û qend berhem tîne.

Emîrpûr da zanîn, kargeha Zagros li ser rûberê hezar û 823 metre 2 car hatiye çêkirin ku bingeha wê bixwe jî 810 metre 2 car e.

Derheqê bûdceya çêkirina kargehê de jî Emîrpûr diyar kir, kargeha Zagors bi 7 milyar û 300 milyon riyal (li gorî nirxa fermî ya dolar li Îranê,nêzîkî 3 milyon dolar) hatiye avakirin.

Wî berpirsê îranî destnîşan kir ku berhemên kargehê cur bi cur in û da zanîn, di kargehê de curek qend tê berhemanîn ku bêhna wê heye, cureyek qend heye jê re dibêjin “qendê pirêskirî” û ev berhem bi awayên cur bi cur tên pakêtkirin.

Emîrpûr her wiha ragihand ku kargeha Zagros a şekir û qend dikare berhemên xwe bişîne welatên mîna Iraq, Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycanê.