Meletiyê bi qasî 5.2 milyon dolar dendikên qeysiyan hinarde kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal berhema qeysiyan li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê zêde bûye û rêjeya hinardekirinê jî bilind bûye. Di sê mehên destpêkê yên îsal de zêdetirî hezar û 200 ton dendikên qeysiyan hatine hinardekirin. Tenê bi dendikên qeysiyan bi qasî 5 milyon û 180 hezar dolar bazirganî hatiye kirin.

Qeysiyên Meletiya Bakurê Kurdistanê, li deverê yên herî binavûdeng in. Piştî tên jêkirin, tên amadekirin û piştre bo bazar û kargehan tên veguhestin. Ji xeynî qeysiyan bi xwe, dendikên wan jî çavkaniyeke girîng a dahatê ne.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Ramazan Ozcan dibêje “Ji xeynî wê dahata ku me ji qeysiyan bidest xistiye, hinardekirina dendikên wan jî bi awayekî baş berdewam e. Di sê mehên destpêkê yên 2022ê de, me hezar û 200 ton dendikên qeysiyan hinarde kirine. Bi vî awayî me 5 milyon û 180 hezar dolar dahat xistiye ser aboriya welat Meletiye xwe.”

Almanya, Îtalya û Çîn sê welatên pêşeng in di kirîna dendikên qeysiyên Meletiyê de. Çîn ku di rêza sêyem de ye, îsal 3 hezar û 729 ton qeysiyên hişkkirî yên Meletiyê kirîne.

Ramazan Ozcan got jî “Me nêzîkî 2 hezar û 30 ton hinardeyî Almanyayê kirin. Herwiha hezar û 790 ton bo Îtalya û piştî wê jî me 290 ton hinardeyî Çînê kirin.”

Li gor raporta Peymangeha Aboriya Kiştûkalî û Siyaseta Geşepêdana Tirkiyê, Meletî dikare salane nêzîka 500 hezar ton qeysiyên ter û nêzîka 340 hezar ton qeysiyên hişkkirî hinardeyî welatan bike.

Şeva 13-14ê Nîsana 2022ê sir û seqemê zerar gihand hajmarek dar-qeysiyên parêzgeha Meletiyê. Cotkarek dibêje, ev yek bandoreke nerênî li berhemê qeysiyan dike.