TUIK û ENAGê enflasyona adarê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyana adarê ji sedî 2,46 zêde bûye û ya salane jî jî gihiştiye ji sedî 38,10an.
Lê belê ENAGê jî diyar kir ku enflasyona adarê ji sedî 3,91 zêde bûye û ya salane gihiştiye ji sedî 75,20î.
Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), îro amarên enflasyonê yên meha Adarê û yên salane eşkere kirin.
Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.
Li gorî amarên TUIKê, enflasyona sibatê ji sedî 2,46 û ya salane ji sedî 38,10 e.
Lê belê li gorî saziya ENAGê ya serbixwe jî, enflasyona adarê ji sedî 3,91 û ya salane jî ji sedî 75,20 e.
Li gorî amarên TUIKê, meha adarê li gor meha Adarê ya 2025an herî zêde bi rêjeya ji sedî -1,23yan bihayên xwirek û vxwarinên bê alkol daketine.
Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 9,96an bihayên alkol û tûtinê zêde bûne.
Her wiha li gorî heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya ji sedî 80,42yan bihayên sektora perwerdeyê zêde bûne.