Li Rojavayê Kurdistanê bazara kirîna xaniyan germ bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber gefên encamdana operasyoneke serbazî ji aliyên artêşa Tirkiyê ve li rojhilatê Feratê, bandoriye nerênî li bazarên kirîn û firoştina xaniyan çêbibû.

 

Lê niha piştî arambûna rewşê bi giştî, careke din bazara xaniya careke din germ bûye, bi awayekî ku li hinek deverên bajarê Qamişlo nirxên şiqeyên heykel bûne bi ser 15 milyonan lîre.

 

Germbûna bazara kirîn û firotina xaniyan li Rojavayê Kurdistanê wiha kiriye, ku proseya avakirinê jî bi awayekî mezin bilind zêde bibe. Xwediyên ofîsên emlakê dibêjin êdî di nava bajaran de zevî ji bo avakirinê nemane.

 

Bazirgan Fayiz Çelebî destnîşan dike ku berî demekê bazara kirîn û firotina xaniyan sekinîbû, ev jî ji ber gefên Tirkiyê û rewşa herêmê bû, lê niha aramî çêbûye, bidawîbûna DAIŞê hatiye ragihandin, ji ber vê jî bazar germ bûye.  

 

Herwiha daketina nirxên lîre li beramber dolar jî bandoriya xwe li ser bazarê xaniyan çêkiriye, ku piraniya ew kesên xaniyan dikirin bi dolarê Amerîkî xaniyan dikirin.

 

Di destpêka îsal û ji ber metirsiyên ewlekarî herwiha nezelalbûna pêşeroja navçeyê, bazarên kirîna xaniyan lawaz bû, lê niha ew rewş hatiye guhertin û dîsa bazar germ dibe.