Îro 2 wezaret mûçeya xwe werdigirin


Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta darayî û aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro fermanberên wezareta pîşesazî û baziragnî û wezareta xwendina bilind wê mûçeya xwe bistînin.

Berdevkê wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê Dilêr Tariq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro pêncşemê wê mûçeya her du wezaretên pîşesazî û xwendina bilind bê parvekirin.

Tariq diyar kir ku roja yekşemê dê fermanberên wezaretên din ên Herêma Kurdistanê mûçeya xwe werbigirin.

Tariq herwiha got “Hikûmeta Iraqê heta niha 560 milyar dînar ji bo meha çile û 548 milyar dînar ji bo sibatê şandiye û mûçeya adarê jî ne şandiye, lê divê her meh trilyonek û 200 milyar dînar bişîne Kurdistanê, niha jî em mûçeya fermanberan ji dahata xwe ya navxweyî peyda dikin”.