Enflasyon li gorî TUIKê ji sedî 42, li gorî ENAGê ji sedî 81 e

Hewlêr (Rûdaw) – TUIKê ragihand ku rêjeya enflasyonê ya Kanûna Paşîn a 2025an ji sedî 5,03 zêde bûye û enflasyona salane gihiştiye ji sedî 42,12an.

ENAG jî daxuyand ku rêjeya enflasyonê ya Kanûna Paşîn a 2025an ji sedî 8,22 e û enflasyona salane gihiştiye ji sedî 81,02yan.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) îro amarên enflasyona Kanûna Paşîn a 2025an û amarên enflasyona salane eşkere kirin.

Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.

Li gor amarên TUIKê meha borî li gorî Kanûna Pêşîn a 2024an herî zêde bi rêjeya ji sedî -5,17an bihayên cil û bergan daketine.

Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 23,57an bihayên sektora tenduristiyê zêde bûne.

Li gorî heman meha sala borî (Kanûna Paşîn a 2024) jî herî kêm bi rêjeya ji sedî 23,14an bihayên sektora veguhastinê zêde bûne.

Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 99,93yan bihayên sektora perwerdeyê zêde bûne.