Bazar bi awayekî sar pêşwazî li petrola Kerkûkê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Destpêkirina hinardekirina petrola Kerkûkê bo bazarên cîhanê di demekê de ye ku bazara petrolê rûbirûyî pirsgirêkên mezin bûye ji ber ku gelek petrol ketiye bazarê.

 

Her çiqas ji ber dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, hinardeya petrolê rojane bi qasî milyok bermîl kêm bûye, tevî vê yekê jî ji ber nîgeraniya şerê bazirganî yê Çîn û Amerîkayê û sistbûna geşeya aboriya cîhanê di sala bê de, tê pêşbînîkirin ku daxwaza li ser petrolê kêmtir bibe.

 

Ji aliyekî din ve asta berhemanîna petrola Amerîkayê û zêdebûna petrola depokirî ya wî welatî, di nav 50 salan de gihiştiye asta xwe ya herî bilind. Hemû van faktoran wisa kiriye ku bi tenê di mehek û nîv de nirxê petrolê bi rêjeya %30 dakeve.

 

Daketina nirxê petrolê, çend meh in berhemhênerên petrolê nîgeran kirine. Ji ber rewşa bazara petrolê, Wezîrê Enerjî yê Erebistana Siûdî pêşniyar kiriye ku di dema civîna wezîrên petrol û enerjiyê yên endamên OPEC û hevpeymanên wê de, rojane milyonek û 400 hezar bermîl petrol kêmtir bixin bazarê.

 

Ji aliyekî din ve jî berhemanîna petrola Iraqê di du mehên derbasbûyî de gihiştiye asta xwe ya herî bilind.

 

Di Cotmehê de Iraq rojane 4 milyon û 650 hezar bermîl petrol berhem anî. Li gor rêkeftina destpêkê ya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya hefteya derbasbûyî, hinardekirina petrola Kerkûkê rojane bi qasî 50 hezar bermîl dest pê kiriye û di demeke kin de bo rojane 100 hezar bermîl bilind bû. Bi vê yekê jî wisa tê payîn ku di vê mehê de asta berhemanîn û hinardekirina petrola Iraqê 100 hezar bermîlên din zêde bibe û berhemanîna petrolê bo rojane 4 milyon û 750 hezar bermîl zêde bûye.

 

Daketina nirxê petrolê û helwesta cidî ya wezîrên petrolê yên OPECê bo kêmkirina asta berhemanîna petrolê, bûye sedema wê yekê ku bi awayekî sar pêşwazî li destpêkirina hinardeya petrola Kerkûkê were kirin û bazar bi hêsanî cih ji petrola Kerkûkê re nede.

 

Piştî sala 2016an ku endamên OPECê û hevpeymanên li derveyî OPECê bi serokatiya Erebistana Siûdî biryar dan ku rojane 1.8 milyon bermîl petrol kêm bixin bazarê, Iraq bi awayekî berdewam di bin guvaşê de bû ku pabend nebûye bi kêmkirina wê para ku li ser wê bû ku divê kêm bike.

 

Rayedarên Iraqê bi awayekî berdewam sedema kêmpabendbûna xwe bi wê yekê ve girê didan ku welat ji bermahiyên şerê DAIŞê dinale û pêwîstiya wê bi sermayeyeke zêde heye daku deverên zirardîtî ava bikin. Ji ber vê yekê jî, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hinardekirina rojane 300 hezar bermîl petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê rawestand, ti pêwîstiya wan bi wê yekê tine bû ku hewla hinardekirina petrola Kerkûkê bidin û bi awayekî berdewam di civînê OPECê de digotin ku hinardekirina petrola xwe kêm kirine.

 

Her çiqas hinardekirina petrola Kerkûkê sûdeke mezin a darayî ji hikûmeta Iraqê re digihîne jî, lê li gor raportên ku belav bûne, hikûmeta Iraqê di bin guvaşa Waşintonê de bi vî karî razî bûye û di destpêkê de jî gelek hincet anîne ber Amerîkayê daku petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê ve hinarde nekin. Iraqê ji Amerîkayê re gotiye ku petrola Kerkûkê bo dabînkirina pêwîstiyên navxweyî bi kar tînin, lê dawiya dawî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li hev kirin ku dest bi hinardekirina petrola Kerkûkê bikin.

 

Li gor hinek şirovekarên petrolê, rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê tenê li ser beşeke kêm a petrola Kerkûkê ye û çendîn pirsgirêkên girêdayî heqdestê kompaniyên petrolê û heqdestê veguhestin û depokirinê mane, ku hêj ji aliyê herdu hikûmetan ve nehatine çareserkirin.

 

Yek ji wan kompaniyan, kompaniya Rosneft e ku xwediyê %60ê boriya petrolê ya Kurdistanê ye û piştî hinardekirina petrola Kerkûkê divê hikûmeta Iraqê mafên wê yên darayî bide.