Banka Navendî ya Tirkiyeyê pêşbîniya enflasyonê guhert

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê, pêşbîniya xwe ya enflasyona dawiya sala 2023yan ku berê ji sedî 58 bû wekî ji sedî 65 guhert.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkan, 4emîn Rapora Enflasyonê ya salane eşkere kir.

Li gorî raporê Banka Navendî di çarçoveya Programa Dema Navend a Hikûmetê de pêşbîniya enflasyona dawiya salê guhert û ji ji sedî 58an kir ji sedî 65.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkan got:

“Dê enflasyon di Gulana 2024an bi rêjeya ji sedî 70-75 rekorê tomar bike û piştre dê bi gavên me bilez dakeve.”

Li gorî pêşbîniya Banka Navendî ya nû, enflasyon dawiya sala 2024an dê dakeve ji sedî 36an û dawiya sala 2025an jî dakeve ji sedî 14an.