‘Hema Erdogan bikuxe dolar bilind dibe’

Enqere (Rûdaw) - Yek ji rojeve sereke li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bilndbûna bihayê kelûpelan e. Bi taybetî piştî ku Banka Navendî destkarî di rêjeya faîzê de kir, bihayê lîreyê Tirkî li hemberî dolarê Amerîkî daket. Daketina nirxê lîre bûye sedem ku li nav bazaran jî giranî çêbibe û gazinên xelkê jî zêde bûne. Kurdekî Enqerê dibêje "hema Erdogan bikuxe jî dolar bilind dibe.”

Banka navendî ya Tirkiyê faîzên bankeyan ji sedî 1 daxist faîza ku pêşitr ji sedî 19 bû bû ji sedî 18. Piştî biryara Banka Navendî dolarê Amrîkî ji 8 lîre û 30 qurîşan bilind bû gehişte derdora 8 lîre û 88 qurîşan.  Bilindbûna bihayê dolarê Amrîkî bû sedema bildnbûna bihayê kelûpelan li nav bazaran.

Firoşkar Emrah Yufkaci dibêje: “Bilindbûna bihayê dolarî herî zêde bandor li bihayê ar kiriye. Berê bihayê arî 240 lîre bû niha bûye 280 lîre. Dibêjin ma çi karê me bi dolarî heye ? lê ne wisa ye. ji ber ku genim jî ji derve dikirin û her dema dolar bilind bû bihayê arî jî bilind dibe.

Xanenişîn Ahmet Dagdevîren jî got: “Xelk çawa debara xwe bike? Ev xelkê dê çi bike? Ma qet şermê nakin. Em nikarin li bazarê şinkahî jî bikirîn. Ma xwe şînkahiyê jî ji ewropayê nah.”

Li gorî amarên fermî yên hikumeta Tirkiyê li wî welatî helawse gehiştiye ji sedî 19.25 an û di nava çend mehan de jî bihayê xwarinê ji sedî 29 bilindbûye firoşkar li nav vê bazarê jî dibêjin “Erdogan bikuxe jî dolar bilind dibe”

Firoşkar Kurdo Anatolya dibêje: “Mijar bilindbûna bihayê dolarî hema siyasî ye. Em nizanin li Amerikayê Erdogan çi kir û çi axivî lê em dizanin eger Erdogan û malbata xwe hema bikuxîn jî dolar bilind dibe.”

VT-Xanima Kurd Suna Dere jî li nav bazarê hewil dide ku tiştekî erzan peyda bike û rewşa xirab a  aboriya Tirkiyê weke hemû kesê bandorê li jiyana wê jî dike.

Welatî Suna Dere  dibêje: “Bi rastî her tişt gellek biha ye. Hun jî dibînin em nikarin nan bikirin. Berê me dizanî di gel serê salê bihayê kelûpelan bilind dibû lê niha serê sibê heta êvarî biha diguher in. Niha em biçin ku derê dibêjin biha bilind bûne. Em biçin petrolê, marketê û bazarê hema berdewam biha bilind dibin.

Li gorî hikumetê jî sedema bilidnbûna bihayê kelûpelan marketên mezin û hikumetê di van demên dawî de pişkînên xwe li hember marketan zêdetir kirine.