Hikûmeta Tirkiyê zeviyên dewletê kirê dide cotkaran

Amed (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo veberhênana navxweyî zêde bike 41 milyon metre çargoşe zeviyên dewletê ji bo 10 salan bi kirê dide cotkaran.

 

Cotkar serê donumê jî dê tenê 2 dolar û nîvan bistîne. Cotkar dê bikaribin li ser van zeviyan darên behîv, gûz, fistiq û cureyên din ên fêkiyan deynin. Ji vê biryarê herî zêde dê cotkarên bajarên Bakurê Kurdistanê sûd werbigrin.

 

Hikûmet ji bo zêdekirina veberhênana navxweyî û rizgarbûna ji qeyrana aboriyê, 41 milyon metre çargoşe zeviyên gencîneya dewletê bi kirê dide cotkaran.

  

Rêveberên odeyên cotkaran dibêjin cotkarên ku bixwazin dikarin li ser van zeviyan darên behîv, gûz, fistiq û cureyên din ên fêkiyan deynin. Ji vê kirêkirinê jî di nava 64 bajaran de, herî zêde dê cotkarên kurd sûd werbigrin.

 

Derbarê vê mijarê de Serokê Odeya Cotkaran a Sûra Amedê Mehmet Demîr ji Rûdawê re wiha got: “Xezîne li kîjan bajarî hebe li her derê dê cotkar jê sûd wergirin. Li bajarê me yê Diyarbekirê(Amed) zêde ye, li Batmanê (Êlih), li Sêrtê, li Mêrdînê, li Rihayê ev zevî zêde ne. Helbet dê cotkar ji van karan sûd werbigrin.”

 

Cotkarên ku bixwazin van zeviyan ji dewletê kirê bikin divê serî li midûriyetên bajarvaniyê û emlakê yên li bajarê xwe bidin. Ji bo cotkarên ku van zeviyan kirê dikin, dewlet dê heqê mazot, gubre û teşwîqê jî bide wan.

 

Cotkarê bi navê Mustafa Ayuz jî got: “Li ser navê min hebûna min dê ji xwe re bistanda. A niha şexsê min zeviyên min ê xizîneyê heye ez nikarim vê alîkariyê bistînim. Em jê mehrûm in.

 

Cotkar Huseyîn Mertçe anî ziman: “Vê kirêkirinê çêke em dê kêfxweş bibin. Heqê me dewlet bi çi awayî binivîse, em dê îcara xwe çêkin, bidin, em dê jî vê fêdeyê bibînin.”

 

Cotkar Halis Kaya diblje: “Ji bo cotkaran pir baş e. Lewre heta niha me destek nestandiye. Em mexdûr in, nikarin gubreya xwe bistînin û malê xwe jî bifiroşin. Çimkî ew belgeya me ya cotkaran tune ye.”

 

Kemal Egîn muxtarê gundê Şemamê ya Sûra Amedê ye. Ew dibêje dewletê zeviyên hin gundiyan bi xeletî li ser kesên din tapo kirine. Ji ber vê tevliheviyê jî gelek cotkar nikarin ji zeviyên kirê yên dewletê sûd bibînin.

 

Muxtarê Gundê Şemamê Kemal Egîn jî wiha axifî: “Di nava gund de pirsgirêk heye. Em dixwazin dewlet vê xeletiyê sererast bike. Herkes bigihije heqê xwe û herkes li cihê xwe erdê xwe bajo. Bi vî awayî dê desteka xwe jî bistîne û gubreya xwe jî bistîne. Ger wiha çêbe tu pirsgirêk namîne.”

 

Cotkarên ku van zeviyan ji dewletê kirê bikin dê salane serê donumê 16 lîre pereyê tirk ango 2 dolar û nîvan bidin. Kirêkirin dê heta 10 salan berdewam bike. Piştre cotkarên ku bixwazin dê van zeviyan bikaribin ji dewletê bi pereyekî kêmtir bikirin.