VÎDEOWALL – Yedeka petrol û gaza sirûştî li Rojavayê Kurdistanê

02-08-2020
RÛDAW
Nêzîkî %90 ji dahata petrolê û %45 ji dahata gaza siruştî ya Sûriyê, di destê HSDê de ye
Nêzîkî %90 ji dahata petrolê û %45 ji dahata gaza siruştî ya Sûriyê, di destê HSDê de ye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Petrol Gaza Siruştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê bi çavkaniyên xwezayî gelekî dewlemend in. Hem navçeya herî dewlemend ya Sûriyê ye, hem jî navçeya herî hejar e li Sûriyê.

Sedem wê yekê jî ew e ku hemû samanên vê navçeyê diçûn Şamê, ji hikûmetê re diçû û xelkê wê bê par diman û heta niha jî xêra navçeya xwe ne dîtine. Lê bi her hal, bi hatina  kompaniya Amerîka û îmzekirina yekem girêbesta girîngiya aborî ligel Rêveberiya Xweser, dê derfeteke baş be ji bo Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.

Ji tevaya rûberê xaka sûriyê, nêzîkî %30 di bin destê HSD û Rêveberya Xwesere de ye. Nêzîkî 0.18 ji yedeka cîhanê ya petirolê, li hemû sûriyê peyda dbe.

Li gorî zaniyariyan, nêzîkî %90 ji dahata petrolê û %45 ji dahata gaza siruştî ya sûriyê, di destê HSDê de ye.

Berî 2011an, berhemanîna rojane ya petirola Sûriyê, derdora 385 hezar bermîlê bû, yanî bi rêjeya %25 ji dahata wî welatî bû.

Lê di dema salên krîzê de, heta 2017 an, ew berhem, li ser asta sûriyê dakete nêzîkî 40 hezar bermîlê, pşitire li navçeyên di destê hkûmetê de, dakete nêzîkî 10 hezar bermîlê, di her rojekê de.

Ji sala 2017an ve, hemû zeviyên rojhlatê Ferat û bakur û rojhlatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, heta niha, ketine destê HSDê û Rêveberya Xweser.

Ji wan zeviyan, li rojavayê kurdistanê, berhema rojane, nêzîkî 150 hezar bermîl petirole. Zeviyên Swêdiyê, rojane 117 hezar bermîl petirol berhem tînin û nêzîkî 25 bîrên xazê lê hene. Zeviyên Rimêlan, rojane 90 hezar bermîl petirol berhem tînin û nêzîkî 1 hezar û 322 bîran lê hene. Zeviya Xazê ya Rimêlan jî, rojane, 2 miliyon metire-sêgoşe xaza siruşitî berhem tîne. Zeviyên Şedadê, Cebbsa û Holê, rojane nêzîkî 30 hezar bermîl berhem tînin. Zeviya xazê ya Cebsa, rojane 1 miliyon û 600 hezar metire sêgoşe berhem tîne. Zeviyên Yûsfiyê, rojane 1 hezar û 200 bermîl petirol berhem tîne.

Herwiha zeviyên Mergeda û Tişrîn li herêma rojavayê Hesekê hene, ku berhema wan kêmtir e.Li Dêrezorê jî, berhema zeviyan rojane, nêzîkî 400 hezar bermîl e. Li wê parêzgehê zeviyên Elomer, El Tenek û Konîko hene.

Li gorî lêkolînên hinek navendên amerîkî sûda wan zeviyên ku HSDê ji destê DAIŞê derxistine û kontrol kirine, mehane, digehêje nêzîkî 10 miliyon dolarî, eger her bermîlek petrol, bi 30 dolarî be.

Piraniya zeviyên petrol û xazê dikevine navçeyên Rojavayê Kurdistanê, Dêrezorê û Reqayê, ku li jêr destên HSDê û Rêveberya Xweser in û di nûtirîn pêşhate de behsa rêkeftina HSDê li gel kompaniyayeke Amerîkî tê kirin, ji bo berhemanîna petrolê ji wan navçeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst