SILÊMANÎ - Avakirina Mûsilê bazara şîş û çîmetoyê geş kir

02-08-2017
RÛDAW
Piştî rizgarkirina Mûsilê xelk dest bi nûkirina xaniyên xwe kirin
Piştî rizgarkirina Mûsilê xelk dest bi nûkirina xaniyên xwe kirin
Nîşan Silêmanî çîmento bazar Mûsil avakirin
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Piştî kontrolkirina Mûsilê, li bazara alavên bînasaziyê ya Silêmaniyê tevgerek çêbûye. Kargehên ku ji ber qeyrana darayî hin beşên xwe dabûn rawestandin, niha cardin dest bi kar dikin û hêviyek peyda bûye.

 

Kargeha Çîmentoyê ya Mass ku li nahiyeya Bazyan a Silêmaniyê ye, dikare rojane 18 hezar ton çîmento berhem bîne. Lê ji ber nebûna bazarê, berhemanîna xwe daxistiye û kiriye rojane 12 hezar ton. Niha avakirina bajarê Mûsilê hêviyek peyda kiriye ku rewşa kargehê vegere ser rewşa berê.

 

Rêveberê Kargeha Çîmentoyê ya Mass Umer Îsmaîl ragihand: “Piştî rizgarkirina Mûsilê, niha hêdî hêdî bi nûkirinê re mijûl in. Rast e hêj hewildanên şexsî ne û hikûmet û welatên hevpeymaniyê dest bi nûkirinê nekirine. Lê lebatek heye. Ji ber ku kargehên çîmeto û hesinê herî zêde li Silêmaniyê hene, me fêm kir ku tevgerek dest pê kiriye û em hêvî dikin zêdetir be.”

 

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed jî diyar kir, ku niha hinardekirina kelûpelên bînasaziyê dest pê kiriye û got: “Em bawer in ku Mûsil dê bibe çavkaniya vejîna aboriya Herêma Kurdistanê.”

 

Sîrwan Mihemed herwiha got: “Li Silêmaniyê ji sedî 30 pîşesazî heye û çar – pênc kargehên çîmentoyê hene. Pêwîstiyên Mûsilê ji parêzgeha Silêmaniyê têne dabînkirin û rojane bi dehan barhilgirên kelûpelan diçin bajarê Mûsilê.”

 

Silêmanî ji bo dabînkirina şîş û çîmetoyê çavkaniya hemû Iraqê ye. Ji ber vê yekê wisa tê payîn ku di avakirina Mûsilê de pareke mezin werbigre. Lê ji ber ku buhayê berhemên Îranê erzantir e, nîgeraniyek jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst