Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê amarên enflasyonê eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO), li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê enflasyona Adara îsal ji sedî 3,79 e û ya salane jî gihîştiye ji sedî 46,23yan.
Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) doh amarên enflasyona meha Adarê ya Stenbolê eşkere kirin.
Li gorî amarên Debara Meaşxwiran a Stenbolê, enflasyona meha Adarê bûye ji sedî 3,79 e.
Li gorî amarên Bihayên Kel û Pelên Bikom jî mehane ji sedî 2,30 e û salane jî ji sedî 46,12 ye.
Li Stenbolê meha Adarê herî zêde bi rêjeya ji sedî 4,83yan bihayê kel û pelên paqijiyê yên kîmyayî zêde bûne.
Her wiha enflasyona xwirekê ya mehane jî ji sedî 3,64 e.