KURDISTAN – Dahata 7000 geştyarên biyanî 8 milyar dînar e

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Amar a Herêma Kurdistanê lêkolîneke meydanî bo diyarkirina xercên geştyarên biyanî di heyama mayîna li Herêma Kurdistanê pêk anî.

Di wê rapirsiyê de 7049 li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê weke nimûna hatin wergirtin ku hemû 289 rojan mayîne û xercên mayîna wan zêdetir ji 8 milyar û 894 milyon û 361 hezar dînar bûye.

Ew rapirsî ku yekem car e tê kirin bo diyarkirina rêjeya beşdariya kerta geştyariyê li komberhemên xwîmalî, bi du qonaxan hatiye kirin; qonaxa yekem ji 4 heta 10ê Îlonê û qonaxa duyem jî ji 17 heta 23ê Cotmeha sala derbasbûyî li xwe girtiye. Di heyama 14 rojan de li herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, li xalên sînorî yên Îbrahîm Xelîl, Hacî Omeran, Başmax û Perwêzxanê bi rêya forman zanyarî ji 7 hezar û 49 geştyaran hatine wergirtin.

Form li Hewlêrê bi 2656 geştyaran hatine dayîn ku hemû 70 rojan mane û di heyama mayînê de jî zêdetir ji 4 milyar û 909 milyon dînar xerca wan hebûye. Bi giştî xerca her rojekê jî 70 hezar û 677 dînar bûye.

Li Silêmaniyê jî 2690 geştyar weke nimûne hatine wergirtin li 19 rojan mane. 2 milyar û 950 milyon dînar xerc kirine û têk de xercên rojane yên her geştyarekê jî 15 hezar û 506 dînar bûye.

Herwiha 1703 geştyar li Duhokê weke nimûne hatine wergirtin ku 29 rojan mane û di wê maweyê de nêzikî 985 milyon dînar xerc kirine. Her rojeke mayînê jî 34 hezar û 255 dînar xerc kirine.

Sîrwan Mihemed, Serokê Desteya Amar a Herêma Kurdistanê dibêje, yekem car e ev rapirsî tê kirin û li ser daxwaza Navenda Amar a Iraqê bûye, ji bo diyarkirina pişka kerta geştyariyê li komberhemên navxwe. Datayên rapirsiyê wirdekariyên zêdetir li ser armanca geştê û cihê mayînê û xercên razan, xwarin, veguhastin, kirîna diyariyan, peywendî, çareserî û xercên din tê de bûne.

Sîrwan Mihemed dibêje, “Ji ber ku hîn jî hinek parêzgehên Iraqê data bi şêweyekî elektîronî tomar nekirine, Dezgeha Amar a Iraqê analîza bo datayên hemû parêzgehan nekiriye. Ji ber wê yekê em nikarin analîza datayan bo ragihandinê belav bikin.”

Li gor datayên bi taybet bo Rûdawê, ji 2656 geştyarên li Hewlêrê ku weke nimûne hatine wergirtin, 1157 geştyar Îranî bûn, 1035 geştyarên din Iraqiyên rûniştvanên derve bûn, 193 geştyar jî xelkê Sûriyê bûn û yên din jî ji Urdin, Lubnan, Tirkiye, Misir, Cezayîr, Amerîka, Kanada, Almanya, Norwec, Fransa, Hindistan, Pakistan, Azerbaycan û Ermenistanê bûne.

Nêzikî ji sedî 92 ji geştyariyên parêzgeha Duhokê hemwelatiyên Tirkiyê bûne ku hejmara wan 1558 geştyar bûne, Swêdî bi 33 geştyar û Almanî bi 27 geştyaran di pileya du û sêyem de tên. Ew ên din jî geştyarên Holendî, Brîtanî, Fransî, Belçîkî, Îtalî, Yunanî, Amerîkî, Sûrî û ji welatên din bûne.

Li parêzgeha Silêmaniyê pişka mezin ber bi geştyarên Îranî ketiye ku ji 2690 geştyaran, 1910 geştyar Îranî bûne, di pileya duyem de, geştyarên Iraqî û rûniştvanên derve tên ku hejmara wan 699 geştyar bûye. Ew ên din jî geştyarên Almanî, Brîtanî, Japonî, Çînî, Çekî, Hindî, Tirkî, Sûrî, Urdinî, Siûdî û Lubnanî bûne.

Sîrwan Mihemed dibêje, “Rapirsî roleke girîng dibîne bo diyarkirina beşdarên kerta geştûguzariyê li komberhemên xwemalî, lêbelê ji ber ku sala 2012 me rapirsiyek bo dahata hemû sektoran li Kurdistanê û rêjeyê beşdaran di koberhema xwemalî nekiriye, ji ber bi van rapirsiyan em nikarin rêjeya beşdarên kerta geştûguzariyê li komberhemên navxwe diyar bikin.”

Li gor rapirsiyê, zêdetirîn xerca geştyaran li ser asta Herêma Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê bûye ku xercê rojane yê her geştyarekê 70 hezar û 677 dînar bûye.

Şikur Ezîz, Cîgirê Serokê Liqa Hewlêrê ya Komeleya Mêvanxane û Xwaringehan ji Rûdawê re ragihand, “Her çende rapirsiya Desteya Amar di demekê de hatiye ku Wezîrê Geştyariyê nîne li Kurdistanê, lêbelê tevî wê jî ev rapirsî roleke girîng dibîne bo aşkerebûna xercên geştyarên biyanî li hotêl, motêl û restorantan.”

Cîgirê Serokê Liqa Hewlêrê ya Komeleya Mêvanxane û Xwaringehan dibêje, “Girîngiya rapirsiyê di wê de ye, li xalên sînorî maweyê mayînê û xercên mayînê ji geştyaran bi xwe hatine wergirtin.”

Kesên di rapirsiyê de weke nimûne hatine wergirtin, ne ew biyanî ne ku li Kurdistanê niştecih bûne, wate xercên wan li ser pereyê Kurdistanê nebûye.

Desteya Amar, xercên çend geştyaran weke nimûne bi Rûdawê dan, ji wan geştyarekî temen 41 salî yê Brîtanî ku 22 rojan li Hewlêrê maye û 2 milyon û 420 hezar dînar xerc kirine; 600 hezar hotêl, 700 hezar xwarin, 400 hezar diyarî, 120 hezar xercên guhestinê û 600 hezar dînar jî xercên peywendiyê yên wî geştyarî çê bûne.

Geştyarekî Îranî jî li Silêmaniyê di maweyê 25 rojan de 916 hezar dînar xerc kirine ku 120 hezar xwarin, 500 hezar diyarî, 50 hezar geşt, 240 hezar jî xercên din. Lêbelê xercê nivistinê nebûye ji ber ku li mala xizmekî xwe maye.

Geştyarekî Almanî di 60 rojan de li Duhokê, 10 milyon û 820 hezar dînar xerc kirine ku 2 milyon û 500 hezar bo xwarinê, 4 milyon û 240 hezar bo diyarî, 3 milyon dînar bo ger û geştê û milyonek û 80 hezar xercên din. Xercên hotêlê nebûye ji ber ku li mala hevalekî xwe maye.

Desteya Amar, xercên nivistinê yên geştyarên parêzgeha Duhokê weke nimûne dane bi Rûdawê. Xercên nivistinê yên wan 1703 geştyaran weke nimûne hatine wergirtin ku ji bo hotêl û motêlê 64 hezar dînar bûye û bo xaniyên bi kirê jî milyonek û 136 hezar dînar bûye.

Şêx Îhsan Îsa Feyzulla, Serokê Liqa Duhokê ya Komeleya Mêvanxane û Xwaringehan, têbînî li ser wergirtina nimûneyên geştyarên biyanî li Duhokê heye û dibêje, “Ti caran bîr li wê nakim, 1557 geştyarên ji Tirkiyê bi mebesta geştyariyê serdana bajarê Duhokê kiribin. Dibe ku karker û ajokarên Tirkiyê jî weke geştyar hatibin tomar kirin.”

Serokê Liqa Duhokê ya Komeleya Mêvanxane û Xwaringehan dibêje, “Li gor pêdaçûnên me, xercên geştyarên Ereb di heyama havînê de rojane ji 23 hezar derbas nakin, li restorantan xercên wan ji 10 hezar dînaran derbas nabin. Xercên rojekê yên geştyarên biyanî ji 75 dolaran zêdetir nîne, bi mercekî li hotêlê mabe û li restorant û xwaringehan xwarin xwaribe.”