Dana Gas berhemanîna gaza sirûştî li Kurdistanê du qatan zêde dike

Hewlêr (Rûdaw) - Dana Gas qebareya berhemanîna gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê bi qasî du caran ji niha zêdetir dike.

 

Kompanyaya Dana Gasê ragihand, ku bi sedema zêdebûna çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Misrê di sala 2018an de, wan kariye bi qasî 324 milyon dolar dahat kom bikin.

 

Dana Gasê tekezî li ser wê yekê jî kiriye, ku wergirtina mafên diravî yên sala 2018an bûye sedem ku ew kompanya planên pêwîst bo girîngîpêdana bi zeviyên Herêma Kurdistanê û Misrê bi başî cîbicî bike.

 

Dana Gasê herwiha daye xuyakirin, ku bi sedema projeyên li wan her du welatan, asta berhemhênana kompaniyê di meha îlona 2018an de, ji 62 hezar bermîlên hevtayê neftê rojane zêde bûye û gihaştiye 70 hezar bermîlên hevtayê neftê rojane.

 

Wê kompaniyê ragihandiye, ku ji ber geşepêdana projeyên li Herêma Kurdistanê, asta berhemhênana gaza sirûştî ji 305 milyon pêyên sêcar rojane bo 400 milyon pêyên sêcar zêde bûye.

 

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyayê, Patrîck Alman Ward ragihand, ku wan hemû heqdestên xwe yên sala 2018an di dema xwe de ji hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtine.

 

Patrîck Alman Ward diyar kir, ev yek jî wiha dike ku ew veberhênanên xwe li Herêma Kurdistanê zêde bikin ku dibe hokarê zêdebûna asta berhemhênana gaza sirûştî bo du caran li niha di dema çend salên dahatî de.