Aştî Hewramî: Eger DAIŞ neba dê Kurdistan…

Lenden (Rûdaw) - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ragihand: “Eger êrişên DAIŞê nebûya, me niha dikarî 1 milyon bermîlên petrolê hinardeyî derve bikin.” Aştî Hewramî got, di destpêka 2016ê de dê dest bi reforman li Başûrê Kurdistanê bikin.

 

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî ku di Konfransa Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê ya li Lendenê de amade bûye, di daxuyaniyekê de ragihand: “Proseya reforman li Herêma Kurdistanê dê di destpêka sala 2016ê de dest pê bike. Lê belê bo reformê dem û sermaye pêwîst e.”

 

Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Aştî Hewramî got: “Em dixwazin bigihîjin çareseriyekê, daku em arîşeyên navbera xwe çareser bikin, bi awayekê ku di berjewendiya me her du aliyan de be.”

 

Hewramî li ser şîrketn biyanî yên petrolê ku li Kurdistanê kar dikin, axivî û tekez kir: “Em dê berdewam bin li ser dana heqdestê şîrketên petrolê û em girêdayî naveroka wan girêbestan in ku me ligel şîrketên navdewletî yên warê petrolê îmza kirine.”

 

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Başûrê Kurdistanê derbarê gaza xwezayî ya Kurdistanê de jî aşkere kir: “Karê serekî û herî li pîş ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tijekirin û dabînkirina pêwîstiyên navxwe yên îstgehên kehrebayê ye û destberdan ji bikaranîna gazwayîlê ye.”

 

Derbarê asta berhemanîna petrola Kurdistanê de jî Aştî Hewramî got: “Eger DAIŞ û arîşeyên ewlehiyê li Iraqê çênebana, hingê me dikarî niha rojane 1 milyon bermîlên petrolê berhem bînin.”

 

Duh duşemî 3ê Mijdarê pêncemîn Konfransa Petrrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê li Lenden a paytexta Birîtanyayê dest pê kir û dê heya sibe çarşemî 2ê Befranbarê berdewam bike.

 

Konfransa Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê mezintirîn civîna navdewletî ye ku derbarê sektora petrol û gaz a Kurdistanê tê lidarxistin.