Deynê derve yê Tirkiyeyê eşkere bû

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê ragihand ku deynê Tirkiyeyê yê derve heta 30ê Hezîrana 2024an gihiştiye 512 milyar dolaran.

Li Tirkiyeyê li gel zêdebûna deynên welatiyan ê bankayan deynê dewletê yê derve jî li ser hev zêde dibe.

Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê, deynê derve yê heta 30ê Hezîrana 2024an eşkere kir.

Deynê Tirkiyeyê yê derve heta 30ê Hezîrana 2024an gihiştiye 512 milyar dolaran.

Deynê Tirkiyeyê yê derve (512 milyar dolar) dike ji sedî 42,6ê dahata neteweyî ya Tirkiyeyê.

Deynê ku di bin garantiya xezîneyê de ye jî gihiştiye 16,6 milyar dolaran.

Deynê safî yê dewletê jî di heman heyamê de gihiştiye 6 trilyon û 337 milyar lîreyan ku dike nêzîkî 176 milyar dolaran.

Deynê dewletê dike ji sedî 18,1ê dahata neteweyî.