Piştî hilbijartinan nirxê lîreyê Tirkî daket

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê nirxê lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî daket û dolarek bi 32.42 lîreyan tê firotin û euro jî bi 34.97 lîreyan tê firotin.

Daketina lîreyê Tirkî ya li hemberî pereyên biyanî berdewam e.

Îro di yekem roja hefteyê de bi vebûna bazarên Tirkiyeyê re, lîreyê Tirkî li hemberî dolarê Amerîkî zêdetir daket û gihişt 32.42 lîreyan.

Herwiha euroyek jî bi 34.97 lîreyên Tirkî tê firotin.

Roja înê nirxê dolarek bi 32.38 lîreyan bû û li gorî texmîna aborînasan piştî hilbijartinan dê nirxê lîreyê Tirkî zêdetir dakeve.